Oxfam: Rejîma Îsraîlê bi hatina meha Remezanê re alîkariya bo Xezzeyê rawestand
Adar 03, 2025 17:02 Asia/Tehran
Saziya Oksfamê ragihand ku biryara Rejîma Siyonîst ji bo girtina pêşiya gihandina alîkariyê ji bo zêdetir ji 2 milyon filistîniyên li Zîvala Xezzeyê li destpêka meha Remezanê, tedbîrek bona cezakirina komî ya filistîniyan e.
Oxfamê ragehand ku alîkariyên mirovî amûrek jibo zextê li aliyên curbicur nîne , belku mafekî bingehîn e ji bo gelê sivîl ku pêîwstiya bi lez bi vê aîkariyê hene û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Tîma Oxfam ragihandiye ku di serdana Xezzeyê rastî dîmenên bi xof ên wêranî û birçîbûnê hatine.
Xelkê Xezzeyê niha pêdiviya xwe bi her tiştî heye,bi taybetî xwarin, germkirin û ceyran.
Dîwana navndewletî ya Edaletê jî ferman da Rejîma Siyonîst ku rê li şandina alîkariyên ji bo Xezzeyê negre