Adar 01, 2025 18:45 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna yewnaniyan bo qezaya kujer ya trenê kêşa pevçûnan

Bi sedan hezar Yewnanî di duyemîn salvegera karesata trênê li vî wealtî ketin girevê û li seranserê vî welatî daketin kolanan û bi polîs re ketin pevçûnê.

Di yek ji xwenîşandanên herî mezin  ên van salên derbasbûyî de li Yewnanîstanê, xebatkarên xizmetên giştî û gelek kar û şuxilên taybet  dev ji kar  berdan û  bi gelê wî welatî re daketin kolanan, dirûşma  mirovkuj avêtin û rola hikûmetê di karesatê de protesto kirin.

Girseya xwepêşanderan li Atêna paytext  êrişî bendên li dora avahiya parlemanê kirin, polîsê dije şoreşê bi avêtina gaza rondikrêj û bikaranîna wesayîtan hewl dan xwepêşanderan belav bike

 Pevûnên giran jî li duyemîn bajarê Yewnanistanê, Têsalonîkî qewimîn.

Serepeyv