Fermana Trump jibo jikarderxistina dozgerên hikûmeta Baydên
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353461-fermana_trump_jibo_jikarderxistina_dozgerên_hikûmeta_baydên
Donald Trump ragihand ku ferman daye, hemû dozgerên ku di dema serokatiya Co Baydên de li Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê erkdar bibûn, bên derxistin.
(last modified 2025-02-19T11:23:33+00:00 )
Sibat 19, 2025 15:13 Asia/Tehran
  • Fermana Trump jibo jikarderxistina dozgerên hikûmeta Baydên

Donald Trump ragihand ku ferman daye, hemû dozgerên ku di dema serokatiya Co Baydên de li Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê erkdar bibûn, bên derxistin.

Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ferman daye Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê  ku hemû dozgerên ku ji dema serokkomartiya Baydên ve di vê wezaretê de mane ji kar derxîne ji ber ku ev wezaretxane ew qas siyasî bûye ku di dîroka Amerîkayê de qet wisa nebûye.

Wî îdia kir ku divê Amerîka xwedî sîstemeke dadwerîyê ya dadmendane be û ev tişta yê destpê bibe. Li gorî rapora medyayên Amerîkayê, Wezareta Dadweriyê di vî warî da tiştek negotiye.