Tiramp û ji nûvedestpêkirina siyaseta zexta herî zêde ya li ser Îranê
Roja Sêşemî 4`ê Sibata 2025`an, serokê Komarîxwaz yê Amerîkayê, Donald Tiramp ji bo berdewamiya siyaseta zexta herî zêde ya dijî Îranê, yadaştnameyeke cihanînê îmze kir û îdia kir ku ew amade ye bi serokomarê Îranê re biaxive. Wî di eynî demê de tekezî li ser wê yekê kir ku mafê me heye firotina nifta Îranê bo welatên din bidin sekinandin.
Serokkomarê Amerîkayê dikare sê belgeyan îmza bike ku sazî û dezgehên cîbicîkar mecbûr bike ku hin fermanên wî bicîh bînin: Fermanên îcrayê, daxuyanî û nivîsên îcrayê. Tiramp ku di dewra yekem a serokomariya xwe de siyaseta zexta herî zêde li dijî Komara Îslamî ya Îranê sepandibû, carek din di rêveberiya xwe ya duyemîn de, piştî îmzekirina peymaneke cihanînê li dijî Îranê û berdewamiya vê siyaseta têkçûyî, îdia kir ku ez hêvîdar im ku pêwîstî bi bikaranîna vê bijardeyê (zexta herî zêde) nebe, divê em bibînin ka em dikarin bi Îranê re bigihin rêkeftinekê? an na. Tiramp herwiha qebûl kir ku Îran ne lawaz e. Îran welatekî pir bi hêz e, di heman demê de got: Daxwaza min ew e ku rê li ber bidestxistina çekên navokî ji aliyê wan ve were girtin, her çend em naxwazin dijwariyeka zêde li ser Îranê bisepînin.
Karê nû yê Tiramp bi rastî ew qas ji nişkêve nebû. Piştî serkeftina Donald Tiramp di hilbijartinên serokomartiyê di Mijdara 2024`an a Amerîkayê de, axiftin û helwestên wî û hin endamên tîma wî, wek Mayk Waltz, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Tiramp, îradeya rêveberiya Trump ji bo dubare destpêkirina siyaseta zexta herî zêde li dijî Îranê nîşan didan. Helbet Trump piştî îmzekirina peymana cîbicîkirinê ya li dijî Îranê, îdia kir ku amade ye bi serokomarê Îranê re biaxive. Ji aliyê din ve, Îranê di çarçoveya siyaseta berxwedana herî zêde de, kariye gelek zehmetiyên ku ji ber boykotên yekalî yên Amerîkayê derketine, derbas bike.
Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Amerîkayê di dewra yekem a serokkomartiya Tiramp, di Adara 2021`ê de li xwe mikur hat ku rêveberiya berê ya wî welatî nekariye Îranê neçar bike ku paşde vekişe û li ser maseya gotûbêjan rûne. Niha jî, berdewamiya kampaniyaya zexta herî zêde nikare Têhranê neçar bike ku daxwazên ne mentiqî yên Waşîngtonê qebûl bike, di nav de rawestandina bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê an jî guhertina siyasetên wê yên navçeyî bi taybet piştgiriya ji mêhwera berxwedanê.