Çile 30, 2025 16:27 Asia/Tehran
  • Xizaniya bê kontrol li Inglîzê/Tund û tûjî û dizîn li dikanan rekor derbas kir

Zêdebûna feqr û xizaniyê û krîza aborî li Inglîzê bûye sedem dizîna ji dikanan li vî welatî bi awayekî bêmînak zêde bibe .

Zêdebûna diziya ji dikanan û êrişa ser  kedkarên  dikanan li Inglîzê di van salên dawî de gihîştiye asta herî bilind. Ev krîz  nîşana  rewşa xirab a civakî ya li Îngilîsê ye. Niha dilnigeraniyên  zav derbarê ewlehiya giştî û nekarabûna  siyasetên hikûmeta vî  welat di têkoşîna li dijî xizaniyê de  hene.

 Yekitiya  Hûrdefiroşiyê  ya Inglîz li raporekê de ragihand ku di 12 mehên borî de bayê  zêdetirî 2.2 mîlyar  pond kelûmel ji dikanên wî welatî hatine dizîn.

Li gorî amaran, di sala 2024an de, rojane zêdetir ji du hezar haletên tundûtûjî û destdirêjiyê li dijî karmendên firoşgehan li  Inglîzê hatine tomarkirin, ku li gorî sala borî  sedî 50 zêdetir bûye. 

Serepeyv