Divê Parlemana Ewropayê ji kiryarên nerewa yên berê dersê werbigire
Rêvebira giştî yê mafên mirovan û karûbarên jinan li wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina kiryara parlemana Ewrûpayê derheq binpêkirina têgeha mafên mirovan got: Parlemana Ewrûpayê divê ji kiryarên nerewa û şaş yên berê dersê werbigire.
Merziye Efxem, Rêvebira giştî ya mafên mirovan û karûbarên jinan li wezareta karên derve ya Îranê li ser biryarnameya vê dawiyê ya parlemana Ewrûpayê ku tê de tawanên têkildarî rewşa mafên mirovan û mafên jinan li Îranê de hatiye kirin, weke kiryareke dubare ya destwerdanî û siyasî di vê saziya Ewropî de bi nav kir û ew neqanûnî nirxand.
Efxemê tekez kir: Sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê desthilateke pispor û serbixwe ye û proseyên dadwerî li Îranê hertim li ser bingeha qanûn û bi riya proseya dadwerî ya dadmendane de ye.
Vî rayedara îranî herwiha helwestên destwerdana hinek endamên parlemana Ewrûpayê jî rexne kir û ragihand: Divê Parlemanaa Ewrûpayê ji kiryarên nerewa yên berê dersê werbigire û dewsa piştgiriya eşkere ji kom û endamên terorîst, jibo pêşvebirina aştî, aramî û mafên mirovan de pêngavan hilîne.