Komîserê UNRWA: Piştî 471 rojan dengê zarokên ku li Xezzeyê dilîzin tê bihîstin
Çile 20, 2025 17:55 Asia/Tehran
Komîserê UNRWA tekezî ser berdewamiya agirbesê û cihanîna hemû xalên wê kir û ev kiryar pêngaveke rast di riya aştiya mayînde û aramiya jibo hemûyan da zanîn.
Filip Lazarini Komîserê UNRWA got ku piştî zêdetirî 470 rojan ji şerê Xezzeyê, li şûna dengê bombebaran û êrişên hewayî, dengê zarokên ku dilîzin tê bihîstin.
Lazarini di posteke xwe li Xê de nivîsî ku roja yekem a agirbesê pir baş bû. Veguhestina alîkariyê dest pê kir û gîhandina hin alîkariyên bazirganî hêdî hêdî cih tên.
Wî her wiha got bi alîkariya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor 3 girtiyên siyonîst û 90 hêsîrên filistînî serbest hatin berdan.