Esmanê girtîgehên Îngilîsê, veguheroye cerîda bandên şerût
Çavdêrê sereke yê girtîgehên Îngilîsê hişyarî da ku bikaranîna xwefiran ji bo qaçaxçîtiya çek û madeyên hişber di girtîgehên vî welatî de veguheriye gefek li ser ewlehiya neteweyî.
Çarlî Têylor got: Girtîgehên Mençêstêr û Lang Lartîn, ku tawanbarên herî xeternak ji wan terorîst û serkirdeyên çeteyan, di wan de tên xwedîkirin, bi qeyraneke giran a qaçaxçîtiya bi rêya xwefiran ve rûbirû ne. Çarlî Têylor ragihand ku li van girtîgehan aboriyeke neqanûnî ya geş pêk hatiye û kontrola hewayî ya li derdora van girtîgehan di destê çeteyên sûckar de ye. Pir dilnîgirankir e ku polîs û servîsên girtîgehê di pratîkê de kontrola qada hewayî ya li dora van girtîgehan ji dest dane. Ev rewşa ewlehiya karmend, girtî û herî dawî ewlehiya gel dixe metirsiyê û divê demildest bê çareserkirin.