Çile 13, 2025 15:15 Asia/Tehran
  • Grevên li Belçîkayê, hêlên hewayî û rêyên hesinî ji kar ketin

Piştî grevê karmendên hêlên hewayî û rêhesinî yên Belçîkayê ji bo protestokirina qanûnên reforma mafên malnişînbûnê, tora veguhastinê ya vî welatî ewropî felc bû.

Li gorî rapora Reutersê, nêzîkî nîvê geştên esmanî yên balefirxaneya Brukselê ya paytexta Belcîkayê ji ber greva xebatkarên beşên cuda hatin betalkirin.Hevgav operatorê kompaniya rêhesina neteweyî ya Belcîkayê jî ragihand ji ber tevlîbûna xebatkarên vê beşê tenê hejmareke sînorkirî ya trenan li seranserê welêt dixebitin. Piştî van grevan li i paytexta Belcîkayê jî gelek beşên veguhestina giştîxebata xwe rawestandine û tê pêşbînîkirin bi tevlîbûna 10 hezar mamosteyan li grevê gelek dibistanên vî welatî jî  bên girtin.Ji ber nakokiyên di navbera pênc partiyên desthilatdar ên Belcîkayê, muzakirên derbarê karûbarên hikûmetê û reforma  qanûna malnişîbûnê li wî welatî ji sala borî ve bê encam mane.

Serepeyv