Hêrsa gel ji ber kiryarên kabîna Baydên derbarê şewata li Losancêlêsê de
Lawaziya hikûmeta Amerîkayê di warê kontrolkirina agirpêketina li eyaleta Kalîforniyayê piştî heft rojan û nebûna pêdiviyên pêwîst li navçeyên agirpêketî, xelkê van deveran dijî hikûmeta Baydên hêrs kiriye.
Niştecihên navçeya Altadêna li dorhêla Losancêlêsê ku ji ber şewata vê dawîyê li vê deverê veguheriye xalîreşê, ji ber kar û bertek û amadenebûna rayedaran li hember vê bûyerê hêrs in. Hin niştecihên navçeyên agirpêketî yên Losancêlêsê dibêjin, dema ku me bi satilan av dirijande ser êgir ku malên xwe rizgar bikin, me heta personelekî agirvemirandinê jî nedît. Dibêjin agirkuj li navçeya Palîsîdês a Losancêlêsê mijûlî rizgarkirina milkên mirovên navdar û dewlemend bûn û hiştin ku mirovên asayî li vir di êgir da bişewitin.
Şewatên li Losancêlêsê hîna berdewam in û heta niha herîkêm 11 kesî canê xwe ji dest daye û nêzîkî 10 hezar avahî jî wêran bûne û zêdetirî 100 hezar niştecihên wê deverê jî neçar mane ku ji cihê bûyerê derkevin.