Çile 09, 2025 14:15 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê li bara rewşa Xezzê

Serêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê li ser şandina birîndarên filistînî bo derveyî Zîvala Xezzê pêgîrî kir.

Têdros Adahanom got, zêde ji 12 hezar birîndarên li Xezzê hewcetiya wan heye ku ji bo dewama dermankirinê ji vê navçeyê derkevin û divê rejîma Îsraîlê îzna derketina birîndar û kêmendamên ku hewcetî bi dermankirinê li derveyî Zîvala Xezzê hene, bide. Hevgavê dewama barîna baranê û sartirbûna hewayê ku êş û elemên awareyên filistînî zêde kiirne, dayîkên filistînî jî ji bilî daxwaza alîkariyê ji saziyên navnetewî, ji xelkê cîhanê xwestin zarokên wan ku li ber sira giran in, rizgar bikin.

Nivîsgeha Ragihandina hikûmî ya Filistînê jî ragihand piştî hilweşîna 110 hezar konên awareyan li Zîvala Xezzê, hevgavê sir û seqema giran, canê bi hezaran kesî di xeterê da ye.

Serepeyv