Amerîka sebebkarê bêistiqrariya aborî li cîhanê
Pikenê kiryarên vê dawiyê yên Amerîkayê li dijî kompaniyên Çînî bi tundî rexne kir û Amerîka sebebkarê bêistiqrariya aborî û bazirganî li cîhanê da zanîn.
Wezareta Bazirganiyê ya Çînê li daxuyaniyekê ragihandPikenê nerazîbûna xwe tund li hember vênêrînê daye diyarkirin û bi tundî li hember wê derketiye.Di daxuyaniyê de hatiye: Amerîka bi îstifadeya xirab ji hinceta ewlehiya neteweyî, bi neheqî zextê li şîrketên çînî dike ku ev yek bûye sedema nakokiyê di bazirganiya navneteweyî, nîzama aborî û ewlehiya hilberîn û zincîra dabînkirinê ya cîhanî.Piken tekez dike ku Waşîngton bi îstifada xirab ji vê hincet ê rêgezên Rêxistina Cîhanî ya Bazirganiyê (WTO) paşguh dike û wan binpê dike.Wezareta Bazirganî ya Çînê di dawiya daxuyaniya xwe de, daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê dike ku rêzê li rastî û yasayan bigire bi lez dev ji kiryarên xwe yên şaş berde.