Çile 06, 2025 17:10 Asia/Tehran
  • Cîgirê Serokê Parlemana Erebî: Şerim bo wan kesên ku bûn sedem şerê Xezzeyê dirêjtir bibe

Cîgirê Serokê Parlemana Erebî got şerim bo kesên ku bêdeng man û kesên ku destek dan ev şerê hovane dirêjtir bibe.

Xelîl Etiye, Nunerê berê yê Urdinê helwêtsta lawaz a Yekitiya Ereban û Rêxistina Hevkariya Îslamî li himber jînosayda artêşa dagirker piştî derbasbûna 458 rojan bi tundî rexne kir û got Yekitiya Ereban û Rêxistina Hevkariya Îslamî ji xeynî duruşmên vik û vala karek nekiriye û  jînosayda xelkê Xezzeyê ji ber birçîtî, sirr û seqem û kuştina  hovane ya çeteyên siyonîst berdewam dike. Etiye diyar kir: Em derbasî sala nû bûne û cîha hîna bêdengiyeka xwe li himber alûgurên Xezzeyê bi bêşermî berdewam dike û eva di demekê de ye ku xelkê Xezzeyê li ber jînosayda herî giran a cîhanê de ne. 

Wî destnîşan kir: Em di demekê de derbasî sala nû bûne ku Xezze ji ber birçîtî û komkujî û koçberkirina bi darê zorê pir îza dibe.

Serepeyv