Şewitandina hezar trimbêlan li Fransayê di cejna sala nû de
Çile 02, 2025 17:20 Asia/Tehran
Di şahî û aloziyên sala nû li Fransayê, nêzîkî 1000 trimbêl li vî welatî hatin şewitandin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ragihand ku di merasima sersalê de li navçeyên curbicur ên vî welatî de 984 otomobîl hatin şewitandin. Nêzî 420 kes hatin desteserkirin ku 310 ji wan hîna di girtîgeha polîs de ne.Wezîrê navxwe yê Fransayê her wiha got ku ev tundûtûjî berhema hovîtiyekê ye ku ji aliyê kesên şerût ve pêk hatiye. Hevgav derdora 10 hezar 0 efserên polîs li paytexta Fransayê bicîh bûne û tedbîrên ewlehiyê yên taybet ji bo pîrozbahiyên sersalê li bajêr berçav girtine.Li Almanyayê di encama bûyerên lîstika bi êgir de 5 kes mirin û polîsek jî bi giranî birîndar bû.