Hinardekirina gaza Rûsiyê bi rêya Ukraynê hat rawestandin
Çile 01, 2025 18:57 Asia/Tehran
Hinartina gaza xwezayî ya Rûsiyê ji sietên destpêkê yên sala 2025an ve hat rawestandin.
Lê Rûsiye hinartina gazê hîna ji rêya xeta boriya Turk Stream ku ji Deryaya Reş re derbas dibe, didomîne. Qutkirina tranzîta gaza Rûsiyê di salê de 800 milyon dolarî zirarê dighîne Ukraynê û şîrketa hikûmî ya Gazprom jî nêzî 5 milyar dolar derhata firotina gazê ji dest dide. Di eynî demê de yek ji berdevkên Komîsyona Ewropayê bandora qutkirina hinartina gaza Rûsiyê ji rêya Ukraynê ne giring nirxand û got ku Yekîtiya Ewropayê ji bo vê bûyerê amade bûye.