Hejmara kesên bêmal li Amerîkayê rekor derbas kir
Li gor rapora Wezareta xanîber û Bajarvaniyê ya Amerîkayê, bi zêdebûna hejmara kesên bêmal li vî welatî re, hejmara bêmalbûnê li vî welatî rekor derbas kir.
Wezareta Xanîber û Bajarvaniyê ya Amerîkayê ragihand ku ji Çileya 2024-an heta niha zêdetirî 771 hezar û 480 amerîkî bêmal mane û bi vî awayî rekora hejmara bêmalan li vî welatî hat derbaskirin.
Çavkaniyên agehdar ragehandin ku zama aborî ya zêde, kêmbûna mal û xanîberên erzan , kêmbûna miaşan, qeyrana li beşa tenduristiya giştî û bobelatên xwezayî ji wan hegerên zêdebûna hejmara bêmalan li Amerîkayê ne. Li gorî raporekê, di salekê de hejmara kesên bêmal li Amerîkayê sedî 18 zêde bûye.
Çavkaniyên nûçeyan dibêjin qeyrana bêmalbûnê li Amerîkayê li bajarên mîna Los Ancilês û San Franciscoyê girantir e.