Berfirehbûna feqr û xizaniyê li Inglîzê li sala 2024-an
Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran
Amarên fermî yên Inglîzê di rojên dawîn ên sala 2024 de nîşan didin ku hejmara kesên ku li vî welatî di feqr û xizaniyeke tam de dijîn, rabûye 12 milyon kesî.
Li gorî rapora herî dawî ya Wezareta Kar û barên Malnişînan aInglîzê hejmara kesên ku li vî welatî di nava xizaniya tam de dijîn ji 11,7 mîlyon kesî di 2023-an de gihîşt 12 mîlyon kesî di sala 2024-an de.
Ev amar 3,6 milyon zarokan digre ber xwe ku pêka par 300 hezarî zêde bûye.
Li welatekî wek Îngilîsê ku yek ji mezintirîn aboriyên cîhanê tê hesabê, zêdebûna hejmara feqîr û hejarî û bêmalan, valahiya kûr a aborî û bêserûberiya sîstema siyasî ya vî welatî nîşan dide.
Tenê li Londona, paytexta Îngilîsê, zêdetirî 183 hezar kesên bêmal di stargehên demkî de dijîn.