Papa êrişên Îsraîlê ser Xezzeyê şermezar kir
Rêberê Katolîkên cîhanê carek din êrişên hewayî yên Rejîma Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê şermezar kir.
Papa Fransis di axaftina xwe ya salane ya di heyamê Krîsmesê li klîseya Vatîkanê de, cardinê bi şermezarkirina kuştina gelê Filistînê li zîvala Xezzeyê ew karekî zalimane wesif kir.Di eynî demê de Rejîma Siyonîst gotinên Papa derheq şermezarkirina êrişên hovane yên rejîma qirrker a Îsraîlî ser zîvala Xezzeyê û piştevaniya ji gelê Filistînê bi hebûna pîvanên dualî û newekhev tawanbar kiriye.Wezareta Karên Derve ya Rejîma Siyonîst di daxuyaniyekê de îdia kir: Gotinên Papa bi awayekî taybet meriv dilsar dikin ,ji ber ku li derveyî çarçoweya sereke û rastbînane ya şerê Îsraîlê li dijî tişta ku wek terorîzm hatiye zanîn, hatiye hilêxistin.