Pûtîn: Moskow amade ye bi welatên din re bikeve têkiliyê
Serokkomarê Rûsiyê ragihand: Rûsiye dê têkiliyên xwe bi welatên din re li gorî berjewendiyên xwe destpê bike.
Vladimir Putin got: Dema dijberên Rûsiyê bi amadebûna me ji bo dayîna her bersivekê jibo pirsgirêkan bihesin, ew dê li dû sazişê bin.
Rûsya amade ye sazişê bike, lê ne bi bihaneya ku zirarê bighîne berjewendiyên xwe.
Vladimir Putin her wiha got: Moskow divê zûtir pêhesiyaba ku yên dijber naxwezin peymanên Mînskê cî bînin. Rayedarên Welatên Rojavayî li xwe mikur hatin kunaxwezin peymanên Mînskê cî bînin û dixwestin mecalê bidin Ukraynê da ku xwe vejîne.Pûtîn li berteka li hember êrişa Ukraynê bi xwefiran ser Kazanê ragihand ku welatê wî ne tenê zirarên ku dijmin hewl dide li wan bide, bicebirîne, belku ew dê bi lez pêşveçûnê berdewam bike.