Kanûn 21, 2024 17:53 Asia/Tehran
  • Aşkirakirinek derbara têkçûna hişê Serokomarê Amerîkayê da

Rojnameyeke amerîkî nivîsî ku ji destpêka dewra serokomartîya Biden va, hin dilnigeranî derbara lawazbûna hişê wî derheq birêvebirina kar u baran hebûn.

Rojnama Wall Street Jornal a amerîkî nivîsî, di halekî da ku Jeo Bidenê 82 salî di 4 salên buhurî da hertim bi lawazbûna hiş û aqilê xwe hatîye tawanbarkirin û ev mijara jî di dema gengeşeya di navbera Biden û Trump da û dema ku nekarî bersiva rexneyên Trump bide, gellekî aşkira bû, lê rawêjkarên Biden ji mehên destpêka serokomartîya wî wa pê hesîyan ku ew nikare karên rojane ku ji wî ra tên amadekirin, bike, lê berpirsên Qesra Spî di 4 salên buhurî da gellekî hewil dane ku ev yeka neyê aşkirakirin.

Karmendên Koşka Spî gotine ku hişê Biden lawaz bûye, lewma gellek civînên wî yên rojane li Qesra Spî an tênibtalkirin an jî bi derengî piştî nîvroyan tên lidarxistin.

Biden di hemî dewra serokomartîya xwe da tenê 9 caran bi awayekî tam bi kabîna xwe ra civîyaye. 

Serepeyv