Moskowa: Xetera zêdebûna çalakiya DAIŞ`ê li Sûriyê heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352453-moskowa_xetera_zêdebûna_çalakiya_daiŞ_ê_li_sûriyê_heye
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê pêhişyarî da xetera rastîn heye ku koma terorîst a DAIŞ`ê careka din çalakiyên xwe li Sûriyê giran bike.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 11, 2024 12:43 Asia/Tehran
  • Moskowa: Xetera zêdebûna çalakiya DAIŞ`ê li Sûriyê heye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê pêhişyarî da xetera rastîn heye ku koma terorîst a DAIŞ`ê careka din çalakiyên xwe li Sûriyê giran bike.

Sêrgêy Riyabkov, alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê, got: Ev xetera rastîn heye ku DAIŞ û hemû nijyarên ku berî derketina komên viha hebûne, careka din jî li wir serî hildin. Ev dema dilnîgerankir e, ez naxwazim ev welata veguhere çavkaniya ne aramî û gefên terorîstî. Riyabkov got: Ti têkiliyek di asta jorîn da di navbera Rûsiye û Amerîkayê de tineye. Tevî ya ku diqewime, ti têkiliyek di asta jorîn da tineye. Di asta xebatê de, di çarçoveya nelihevkirinê de jî, kanalên bi hevreguhertina sîgnalan vekirî ne. Ya ku di pratîkê de diqewime, mijareke cida ye.