Baydên serokkomarê herî xirab ê Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352407-baydên_serokkomarê_herî_xirab_ê_amerîkayê
Encama rapirsiyeke nû nîşan da Co Baydên serokkomarê Amerîkayê wek serokê herî xirab ê dîroka nûjen a vî welatî terka Koşka Sipî dike .
(last modified 2024-12-07T12:04:10+00:00 )
Kanûn 07, 2024 15:26 Asia/Tehran
  • Baydên serokkomarê herî xirab ê Amerîkayê

Encama rapirsiyeke nû nîşan da Co Baydên serokkomarê Amerîkayê wek serokê herî xirab ê dîroka nûjen a vî welatî terka Koşka Sipî dike .

Li gorî rapirsiya rojnameya Daily Mail a Inglîzê piraniya gelê Amerîkî Co Baydên,serokkomarê di halê xatrxwestinê yê Amerîkayê, wek xirabtirîn serokkomarê welatê xwe di 50 salên borî de zanîn.

Li rapirsiya Daily Mailê hat diyarkirin ku piraniya amerîkiyan di wê baweriyê de ne ku kiryar û karnameya Co Baydên wekî serokkomarê Amerîkayê heta ji Cîmî Kartêr jî xirabtir e, ku ji ber hewldana xwe ya bê encam jibo derxistina karmendên balyozxaneya Amerîkayê di dema dagirkirina hêlîna sîxoriyê ya Amerîkayê li Tehranê di 4 mijdara 1979 û zama aborî ya 2 reqemî di dawiya dewreya xwe ya yekem de dest ji serokatiyê berda.

Li gorî vê rapirsiyê, amerîkî di wê baweriyê de ne ku kiryara Co Baydên   wek serokkomarê Amerîkayê  heta ji Riçard Nikson jî xirabtir bû, ku ji ber  Riswatiya Watergateê îstifakirin dewsa îstizahkirinê hilbijart.