Rûsiye: Em bona vegerandina istiqrarê li Helebê piştgîriyê didin Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352320-rûsiye_em_bona_vegerandina_istiqrarê_li_helebê_piştgîriyê_didin_sûriyê
Berdevkê Kirêmlînê, rewşa Helebê û destdirêjiya li ser desthilatdariya Sûriyê da zanîn û got: Em piştgirî dikin ku rayedarên vî welatî bi lez aramiyê li vê deverê vegerînin û rewşê serûber bikin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 29, 2024 16:00 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Em bona vegerandina istiqrarê li Helebê piştgîriyê didin Sûriyê

Berdevkê Kirêmlînê, rewşa Helebê û destdirêjiya li ser desthilatdariya Sûriyê da zanîn û got: Em piştgirî dikin ku rayedarên vî welatî bi lez aramiyê li vê deverê vegerînin û rewşê serûber bikin.

Dîmîtrî Pêskov, roja Îniyê, di bersiva pirsekê de derbarê rewşa derdora bajarê Helebê li Sûriyê, got: Rûsiye piştevaniya pêkanîna aramî û serûberiyê li navçeyê dike.

Olêg Ignasiyûk, cîgirê Fermandarê Navenda Rûsiyê ya ji bo Lihevkirina Aliyên Dijber li Sûriyê jî ragihand: Artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên esmanî yên Rûsiyê, zêdetir ji 400 terorîstên ser bi koma Cibhetunusrê ku êrişî çeperên hêzên hikûmetê li parêzgehên Heleb û Idlibê kiribûn, kuştin.