Pêgîriya YE`yê li ser pêwîstiya cihanîna hikmê Dadgeha Lahê dijî Netaniyahu û Galant
Berdevkê YE`yê li ser poêwîstiya cihanîna hikmên Dîwana Navnetewî ya Dozgeriyê li ser girtina serokwezîr û wezîrê berê yê cengê yê Îsraîlê ji aliyê welatên vê yekîtiyê ve pêgîrî kir.
Pîtêr Êstano, berdevkê payebilind ê YE`yê di daxuyaniyekî da amajeyî hikmê Dadgeha Navnetewî ya Cezayê(ICC) li ser girtina serokwezîrê Rejîma Siyonîst û bi pêgîriya li ser piştgîriya vê yekîtiyê ji esla serxwebûn û bêalîtiya Dadgeha Navnetewî ya Cezayê got: Pêispartiya vê dadgehê şopandina micidtir a cinayetan anegorî qanûnên navnetewî ye û hemû welatên endamê YE`yê ku rêziknameya Romê pejirandine, pêwîst e ku hikmên girtinê yên ku ji aliyê vê dadgehê ve hatine dayîn, cih bînin.
Dadgeha Navnetewî ya Cezayê, 21`ê Mijdara 2024`an di hikmekî dîrokî da bi mehkûmkirina serokwezîrê Rejîma Siyonîst û wezîrê berê yê cengê yê vê rejîmê ji ber cihanîna cinayetên cengê dijî xelkê mezlûm ê Xezzê, hikmê girtina wan da.