Amerîka û Almanya Sebebkarên sereke yên dewama jînosayda li Xezzeyê ne
Raporterê taybet yê berê yê NY li karûbarên mafên mirovan li erdên Filistînê ragihand ku piştgiriya Waşîngton û Berlînê hokara sereke ya dewama dagirkerî ûjînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê ye.
Maykêl Lînk, raportorê taybet ê berê yê NY li mafên mirovan li erdên Filistînê, diyar kir Waşîngtonê mafê vetoyê li dijî biryarnameyên têkildarî Filistînê bikar anî ku piraniya endamên Konseya Ewlehiyê jê piştgirî kirin.Vî raporterê berê yê NY her wiha destnîşan kir: Heta dema ku Îsraîl bizane ku dagirkeriya wê ya li Filistînê azad û belaş e û artêşa wî dê ji aliyê Almanya û Washingtonê ve were pergalkirin ew dê reftar û nêrîna xwe neguherîne.
Wî her wiha got: Zêdetirî 30 biryarnameyên NY li dijî Rejîma Siyonîst hatine dayîn û Amerîka her tim pêşiya cihanîna wan girtiye. Piştgiriya Waşîngton û Berlînê hokara sereke ya dewama dagirkerî û jînosayda ji aliyê Rejîma Siyonîst li Xezzeyê ye.