Mijdar 17, 2024 17:22 Asia/Tehran
  • Ewrûpayê dîsan jî Mêtayê cirme kir

Komîsyona YE`yê cirmeyek bi qasî 797.72 mîlyon Yoroyan ji bo Mêtayê kivş kiriye ji ber ku ev kompaniya bi bikaranîna şêwazên bikaranîna narewa, piletforma Fêysbûkê bikar aniye.

Mêtayê ragihand daxwaza venihêrîna vê cirmeyê dike lê heta wê demê dê peyrewiya dengê komîsyonê bike û bi awayeke bilez û kêrhatî kar bike ta ku rêçareyek ji bo jiholê rakiirna pirsgirêkên ku hatine raberkirin, peyda bike. Ev karê komîsyona YE`yê du salan piştî wê cih tê ku kompaniya teknolojiyê ya amerîkî tawanbar kir bi tevlîkirina du sêrwîsan bi hev re, rewşa rikeberiya neadilane ji bo beşa rêklamên rêzbendîbûyî yên Fêysbûkê pêk aniye.

YE`yê di Hezîrana 2021`an da lêkolînên fermî li ser karên dijî rikeberiyê yên Fêysbûkê destpê kir.

Serepeyv