Mijdar 17, 2024 17:22 Asia/Tehran
  • Berfirehbûna nerizamendiyên dijî cinayetên siyonîstan

Welat û bajarên curbicur ên cîhanê bûn şahidê lidarxistina xwenîşandanên berfireh bona şermezarkirina êrişa Rejîam Siyonîst ser Xezze û Libnanê.

Bi hezaran kes li Koreya Başûr, Elmanya, Îngilîstan, Tirkiye, Norwêj, Avusturya, Danîmarka û Swêdê beşdarî xwenîşandanên ji bo piştgiriya ji gelê  Xazze û Lubnanê bûn  û cinayetên Rejîma Siyonîst li  Zîvala Xezzê mehkûm kirin. Bi sedan xelkê Brîtanya û Awûstûryayê xwenîşandanek li dar xistin û daxwaza rawestandina hevkariyên hikûmeta Brîtanyayê di qirkirina Filistîniyan  li Xezayê kirin. Li Koreya Başûr jî  kombûnek ji bo hevgirtina bi filistîniyên Xezayê re  ji ber jînosîda Amerîka û Îsraîlê li ser xaka dorpêçkirî ya Xezzê hat lidarxistin.Ev xwenîşadan bona kişandina bala raya cîhanê li ser rewşa zarokên xezzê hat lidarxistin ,zarokên ku   li seranserê Xezzê ji birçîna dimirin. Li bajarên Berlîn û Duseldorfa  Almanyayê jî xwenîşandanên bi vî rengî û berfireh hatin lidarxistin û xwepêşanderan dema ku alayên Filistînê bilind kiribûn, nivîsarên  ku li ser wan dirûşmên şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistîn û Lubnanê hatin çapkirin dabûn destê xwe. .

Serepeyv