Artêşa Rûsiyê navçeyeka din li rojhilata Ûkraynê dagîr kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352144-artêşa_rûsiyê_navçeyeka_din_li_rojhilata_Ûkraynê_dagîr_kir
Wezareta berevaniya Rûsiyê ragihand hêzn artêşa vî welatî bajaroka Istêpanofkayê li Komara Gel a Donêtskê girtine destê xwe.
(last modified 2024-11-15T11:31:11+00:00 )
Tesrîn 15, 2024 14:52 Asia/Tehran
  • Artêşa Rûsiyê navçeyeka din li rojhilata Ûkraynê dagîr kir

Wezareta berevaniya Rûsiyê ragihand hêzn artêşa vî welatî bajaroka Istêpanofkayê li Komara Gel a Donêtskê girtine destê xwe.

Wezareta berevaniya Rûsiyê îro bi weşandina daxuyaniyekî ragihand ku hêzên artêşa vî welatî di dewama pêşveçûnên xwe li navçeyên rojhilatê Ûkraynê, bajaroka Istêpanofkayê li Komara Gel a Donêtskê girtine destê xwe.

Wezareta berevaniya Rûsiyê duh Pêncşemiyê jî ragihand ku hêzên artêşa vî welatî di dewama pêşveçûnên xwe li Donêtskê, bajaroka Voznêsêlayê girte destê xwe.

Wezareta berevaniya Rûsiyê herwiha ragihand bi dehan xwefirên artêşa Ûkraynê di 7 navçeyên Rûsiyê da hatine şopandin û rûxandin.

Anegorî rapora wezareta berevaniya Rûsiyê, sîstimên berevaniya hewayî ya hêzên çekdar ên vî welatî duh 51 xwefirên artêşa Ûkraynê li 7 parêzgehên Rûsiyê û li ser deryaya Azofê şopandin û jorda xistin.