Mijdar 14, 2024 18:12 Asia/Tehran

Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ku nika li Têhranê ye, di hevdîtina digel Berevk û Cîgirê Serokê Beşa Navdewletî ya Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê da ev seredana erênî zanî û pêgirî ser nêrîna erênî ya xwe ji bo pêşxistin û berfirekirina hevkarîya wê ajansê digel Îranê kir.

Mihemed Islamî Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê îro piştî hevdîtin û rawêjkarîya digel Rafael Girosî Ser-*rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê li Têhranê di civîneke çapemenîyê da herwiha got: Danuistandina Îran û IAEAyê li gorî çarçova Peymana Qedexeya Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) hertim berdewam bûye û Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê bi awayekî taybet bala xwe dide vê yekê.

Wî pêgirî ser vê xalê kir ku Îranê hertim rêya danuistandinê daye ber xwe û hemî sozên di Rêkevtinameya Atomî da bi cih anbîye, lê alîyê himber bilî derktina ji vê rêkevtinameyê û pêknehanîna sozên xwe, boykotên giran jî sepandîye, heke alîyê himber rêya danuistandinê bigire ber xwe, Îran ehlê danuistandinê ye, ne ku Îran jî yê biryarên pêwîst bide. 

Rafael Girosî jî di vê civîna çapemenîyê da amajeyî hewlên ji bo peydakirina rêçareyekê ji bo mijarên mayî di navbera Îran û IAEAyê da kir û got: Ez dilnîya me ku ew rêçareya ber dest e û Îranê hertim bi nêta xêrê rêya danuistandinê daye ber xwe, Îran bû ku bi awayekî yekalî Rêkevtiameya Atomî wajo kir û sal û nîvî jî hemî sozên xwe li gorî Rêekvtinameya Atomî bi cih anî, di halekî da ku alîyê ember sozên xwe pêk nehanî û ji Rêekvtinameya Atomî jî vekişîya û boykot ser Îranê da sepandin.

Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî piştî hevdîtina digel Girosî, pêgirî kir: Wek endamekî pabendê NPT`yê em hevkarîya tam digel Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê didomînin. Her du alî dikarin nakokîyan bi hevkarî û gotûbêjê çareser bikin û nika dora YE û her sê welatên ewrûpî ye. Em ji bo muzakireya anegorî berjewendîyên netewî û mafên nayên-inkarkirinê yên xwe ne, lê em ji bo muzakireya di bin zext û tirsandinê da ji bo muzakireyê ne hazir in. 

Serepeyv