Hişyariya derbarê bobelatên ji ber guherîna av û hewayê
Sekreterê Giştî yê NY di civîna guherîna av û hewayê de hişyarî da rêberên cîhanê ku jibo girtina pêşiya bobelatên însanî yên di encama guherîna av û hewayê de,pêngavên pêdivî hilînin neku dê mirovahî berdêla wê bide.
Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY îro di civîna av û hewayê ya nasiyar bi COP29 de hişyarî da rêberên cîhanê ku jibo girtina pêşiya bobelatên însanî yên di encama guherîna av û hewayê de pere xerc bikin neku mirovahî dê berdêla vê yekê bide.
Gotêrêş got: Ji bo kêmkirina bandorên xirab ên gerimbûna rûbarê erdê êdî dem namîne. Civîna salane ya guherîna av û hewayê bi amadebûna nûnerên 200 welatan li Komara Azerbaycanê tê lidarxistin û mêhwera muzakirên îsal komkirina bi sedan milyar dolaran ji bo sermayeguzarîya di bikaranîna çavkaniyên enerjiya kesk li cîhanê û kêmkirina zirara av û hewayê ji ber belavbûna gazên kerbonê ye