Mijdar 06, 2024 17:25 Asia/Tehran
  • Cardinê du nûnerên jin ên misilman ên Kongreya Amerîkayê bi ser ketin

Reşîde Telîb û Îlhan Omer ku wek yekemîn jinên misilman û demokrat derbasî Kongreya Amerîkayê bibûn, careke din di vê hilbijartinê de li hember hevrikên xwe yên Komarîxwaz bi ser ketin.

Telib jina bi eslê xwe filistînî ya  Kongreya Amerîkayê, bi piştgiriya civata mezin a ereb-amerîkî li eyaleta Mişîganê, careke din wek nûnera vê eyaletê li parlemana nûnerên Amerîkayê hat bijartin.

Omer jî wek Amerîkîyeke somalyayî bo dewra sêyem li Minêsota  ser kursiyê kongreyê rûnişt.

Telîb  û Îlhan Omer  ji rexnegirên sereke yên piştevaniya leşkerî ya Amerîkayê ji Rejîma Siyonîst li şerê Xezeyê ne.

Serepeyv