Mijdar 03, 2024 19:34 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya saziya Tendirustiya Cîhanî li bara rewşa qeyranî ya zarokan li Xezzê

Serêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê(WHO) li ser rewşa qeyranî ya zarokên filistînî li Zîvala Xezzê li dû dewama êrişên rejîma qirkir a Îsraîlê pêhişyarî da.

Têdros Adhanom Gêbrîsos, di peyamekî di tora civakî da nivîsî, êrişa li ser navenda dermankirinê ya li Zîvala Xezzê di navçeyekî da qewimiye ku têde sekinandina mirovdostane ya pevçûnan bona berdewkirina derzîlêdanê hatibû qebûlkirin. Ajansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina kar ji bo awareyên filistînî(UNRWA) jî ragihand ku lêdana derziya Felca Zarokan li Zîvala Xezzê pirr girîng e lê heta dema ku agirbesa mayinde û giştalî pêk neyê,  mirin û êşa zarokan wê bidome.

UNICÊF`ê jî pêhişyarî da ku biryara Rejîma Îsraîlê ji bo qedexekirina çalakiya UNRWA`yê dikare bibe sedema mirina zarokên zêdetir ku cûreyeka cezakirina komkî ji bo xelkê Filistînê li Zîvala Xezzê ye. Parlimana Rejîma Siyonîst vê dawiyê berovajî pêhişyariya civaka cîhanî, qanûnek pejirandibû ku li gorî wê çalakiya UNRWA`yê di nav Filistîna Dagirkirî da qedexe dibe.

Serepeyv