Mijdar 03, 2024 19:34 Asia/Tehran
  • Xwenîşandan bona piştgîriya ji xelkê Xezze û Libnanê

Xwenîşandanekên berfireh bona piştevaniya ji Libnanê û Xezzê li welatên curbicur hatin lidarxistin.

Xwenîşandaneka berfireh bona piştgîriya ji Filistînê li Londona paytexta Îngilîsê ji bo sekinandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezze, Libnan û Îranê û piştgîriya ji xelkê Filistîn û Libnanê hate lidarxistin. Beşdarên di vê xwenîşandanê da bi nîşana hevgirtîbûna bi goriyên êrişên siyonîstan, di kiryareka sembolîk li ber Dawnîng Istirîtê, çalakiyek ser navê kempêyna Miriyan ji bo rêzgirtina bîreweriya zêde ji 42 hezar şehîdên filistînî li dar xistin.

 Xwenîşanderên li Firansayê jî daxwaza bidawîanîna kuştina nûçegîhanan li Xezzê ji aliy6ê Rejîma Siyonîst ve kirin. Bi sedan welatiyên swêdî jî bona nîşandayîna nerizamendiya li hember êrişên dagirkiên siyonîst ser Xezze û Libnanê, xwenîşandaneka berfireh li dar xistin. Xwenîşander bi qêrîna hin dirûşmên wek Filistîna Azad, Xezzeya Azad û Jînûsaydê bidin sekinandin, daxwaza pêkanîna agirbesa lezgîn a li Xezze û Libnanê kirin. Wan herwiha hikûmetên Swêd û Amerîkayê ji ber piştgîriya wan ji dagirkirên Qudsê şermezar kirin. Xwenîşandana amerîkiyan li Mîşîganê jî dijî piştgîriya Amerîkayê ji Îsraîlê hate lidarxistin.

Şerrê Îsraîlê li Libnan û Xezzê bandor li nihêrîna dengderên amerîkî li hilbijartina serokomartiyê kiriye bi awayekî ku hinek ji wan piştgîriya hikûmetê ji vê rejîmê, sûcek dane zanîn ku nayê efûkirin. Xwenîşanderên piştgirê Filistînê li Bostonê jî di xwenîşandana xwe ragihandin ti yek ji berendamên hilbijartina serokomartiya Amerîkayê, qet basa jînûsayda Îsraîlê li Xezzê nakin. Ev xwenîşandana wêneyeka rastîn ji hêrsbûna gelanî û daxwaza wan ji hikûmetên ewrûpî û Amerîkayê ye ta ku pêngavên di piratîkê da ji bo sekinandina şêrr hilînin.

Serepeyv