Gotêrêş banga helwêsta cîhanî dijî ramalîna etnîkan li Xezeyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i351962-gotêrêş_banga_helwêsta_cîhanî_dijî_ramalîna_etnîkan_li_xezeyê_kir
Sekreteerê giştî yê NY hevdem di gel dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser bakurê Xezeyê, daxwaza helwêsta bi hêz a civaka cîhanî li himber ramalîna etnîkî ya filistîniyan li vê zîvalê kir.
(last modified 2024-11-02T10:39:22+00:00 )
Tesrîn 02, 2024 14:08 Asia/Tehran
  • Gotêrêş banga helwêsta cîhanî dijî ramalîna etnîkan li Xezeyê kir

Sekreteerê giştî yê NY hevdem di gel dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser bakurê Xezeyê, daxwaza helwêsta bi hêz a civaka cîhanî li himber ramalîna etnîkî ya filistîniyan li vê zîvalê kir.

Antonyo Gotêrêş,hişyarî daye ku heke civaka navneteweyî  jibo girtina pêşiya vê rewşê elwestek cidî negire, renge Telavîv Ramalîna etnîkî li Xezeyê pêk bîne.Ev daxwaza Gotêrêş piştî zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl di encama  bombebarankirina bakurê Xezeyê ji aliyê artêşa terorê ve tê hilêxistin. Hevgav li gorî raporan şandina alîkariyan ji bo Xezeyê pir pir kêm bûye. Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê ji xeynî pêknaîna xopana berfireh û xelaya kûje zêde ji hezaran filistînî ku piraniya wna jin û zarok in, şehîd û birîndar bûne.Gotêrêş got: Emê her karekî bikin ku alîkariya wan bikin ew li wir bimînin û pêşiya paqijkirina etnîkî  ya ku renge,eger civaka navneteweyî biryareke biryarek bihêz nebin,dê biqewime, bigrin