Gotêrêş banga helwêsta cîhanî dijî ramalîna etnîkan li Xezeyê kir
Sekreteerê giştî yê NY hevdem di gel dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser bakurê Xezeyê, daxwaza helwêsta bi hêz a civaka cîhanî li himber ramalîna etnîkî ya filistîniyan li vê zîvalê kir.
Antonyo Gotêrêş,hişyarî daye ku heke civaka navneteweyî jibo girtina pêşiya vê rewşê elwestek cidî negire, renge Telavîv Ramalîna etnîkî li Xezeyê pêk bîne.Ev daxwaza Gotêrêş piştî zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl di encama bombebarankirina bakurê Xezeyê ji aliyê artêşa terorê ve tê hilêxistin. Hevgav li gorî raporan şandina alîkariyan ji bo Xezeyê pir pir kêm bûye. Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê ji xeynî pêknaîna xopana berfireh û xelaya kûje zêde ji hezaran filistînî ku piraniya wna jin û zarok in, şehîd û birîndar bûne.Gotêrêş got: Emê her karekî bikin ku alîkariya wan bikin ew li wir bimînin û pêşiya paqijkirina etnîkî ya ku renge,eger civaka navneteweyî biryareke biryarek bihêz nebin,dê biqewime, bigrin