Sê rojan tazîdariya giştî li Spaniyayê
Cotmeh 31, 2024 19:26 Asia/Tehran
Hikûmeta Spaniyayê ji ber lehî û bahoza bikaresat û dîrokî ya li vî welatî sê rojan tazîdariya giştî ragihand.
Lehiya dîrokî û wêrankir li deverên curbicur ên Spaniyayê bûye sedem herî kêm 95 kes bibin gorî û ziyaneke mezin gihandiye vî welatî. Barana guj a ku ji roja Sêşemê ve destpê kiriye û heta roja Çarşemê berdewam kir, bû sedem li başûr û rojhilatê Spaniyayê lehî rabû û ji Malaga heta Valênsiyayê bandor li navçê kir.