Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandanên cîhanî bona piştgîriya ji Filistînê

Xelkê welatên curbicur ên cîhanê bi lidarxistina xwenîşandanekî ji bilî ragihandina hevgirtîbûna xwe li gel xelkê Libnan û Xezzeyê, jînûsayda Îsraîlê şermezar kirin û daxwaza pêkanîna aştiyê kirin.

Beşdarên di xwenîşandana Firansayê da bona nîşandana nerizamendiya xwe ya li hember jînûsayda li Xezzeyê û êrişa Netaniyahu li Libnanê dirûşma Em hemû zarokên Xezzeyê ne! qêriyan. Çalakên piştgirê Filistînê li Bêrlîna Almanyayê jî xwenîşandaneka dijî siyonîstan li dar xistin ku polîsê vî welatî çend xwenîşander girtin. Hejmareka zav ji piştgirên Filistînê roja Şemiyê bi lidarxistina xwenîşandanekî li meydana Tirafalgar a Londonê jînûsayda Îsraîlê li Xezzeyê şermezar kirin û daxwaza sekinandina şandina çekan bo Têlavîvê kirin. Îngilîs, Norwêj, Sênêgal û welatên din jî bi lidarxistina xwenîşandanekî piştgîriya xwe ji xelkê Libnan û Xezzeyê nîşan dan.

 

 

Serepeyv