Ziyanên Bahoza Mîlton li xelkê Floridayê
Bahoza giran a Milton bi leza 200 kîlometir di sietekê de peravên Florîdayê têk bir û gelek ziyan gihand xelkê deverên curbicur ên vê eyaletê.
Saziya xizmetguzariyên Florîdayê ragehandiye zêdetirî 2 milyon û 600 hezar mal û firoşgeh li seranserê Floridayê ji ber bahoza Milton bê kareba man û hêlên esmanî yên nêzî hezar û 900 geştên esmanî li vê eyaletê hatin betalkirin.
Rayedarên Floridayê fermana valakirina bi neçarî ya 15 bajaran bi nifûsa giştî ya nêzî 7 mîlyo û 200 hezar kesî dan. Zêdetirî sedî 60ê benzînxaneyên Tampa û Sen Petersborgê bêyî benzîn mane. Bahoza Milton li halkeê qewimî ku hîna du hefte ji bahoza Hêlên û lehiya ku li Florida pêk hat, ku di encamê de herî kêm 230 kesan canê xwe ji dest dan derbas nabe.