Xwenîşandanên piştgirên Filistînê li gişt cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i351666-xwenîşandanên_piştgirên_filistînê_li_gişt_cîhanê
Xelkê cîhanê ji bilî diyarkirina hevgirtina xwe bi gelê Filistîn û Libnanê û şermezarkirina jînûsayd û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê, rêz li yekemîn salvegera operasiyona Bahoza Eqsayê girtin.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Çirî 08, 2024 16:52 Asia/Tehran
  • Xwenîşandanên piştgirên Filistînê li gişt cîhanê

Xelkê cîhanê ji bilî diyarkirina hevgirtina xwe bi gelê Filistîn û Libnanê û şermezarkirina jînûsayd û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê, rêz li yekemîn salvegera operasiyona Bahoza Eqsayê girtin.

Bi dehan hezar kes ji alîgirên Libnan û Filistînê li welatên curbicur ên cîhanê yên wek Almanya, Holanda, Arjantîn, Amerîka, Perû, Pakistan, Urdin û Yemenê, ji bilî diyarkirina hevgirtina xwe bi gelê Filistîn û Libnanê û şermezarkirina jînûsayd û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê, bi lidarxistina xwenîşandanên girseyî, rêz li yekemîn salvegera operasyona Bahoza Eqsayê girtin. 7`ê cotmehê yekemîn salvegera şerrê Bahoza Eqsayê ye ku îsbat kir ku Berxwedana Filistînê û hêzên berxwedanê li Xezzê dikarin Rejîma dagirkir û cinayetkar û faşît a Siyonîst ku zêdetir ji 16 salan e Xezzê dorpêç kiriye, têk bidin.