Hejmara goriyên bahoza Yagiyê li Wiyêtnamê gihîşte 262 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i351257-hejmara_goriyên_bahoza_yagiyê_li_wiyêtnamê_gihîşte_262_kesî
Hejmara goriyên bahoza Yagiyê li Wiyêtnamê gihîşte 262 kesan û gelek kes jî hîna bêserûşûn in.
(last modified 2024-09-16T12:34:42+00:00 )
Îlon 16, 2024 16:03 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên bahoza Yagiyê  li Wiyêtnamê gihîşte 262 kesî

Hejmara goriyên bahoza Yagiyê li Wiyêtnamê gihîşte 262 kesan û gelek kes jî hîna bêserûşûn in.

Li gorî ragihandina saziya Birêvebirina Qeyranê ya Wiyêtnamê, bahoza Yagî heta nika bûye sedem 262 kes di vî welatî da jiyana xwe ji dest bidin.Anegorî ragihandina vê saziyê, zêde ji 820 kes jî birîndar bûne û 83 kesên din jî hîna bêserûşûn in.Bahoza giran a Yagiyê hefteya buhurî bû sedema baraneka gujj û şimitîna berfireh ya erdê li perravên bakûr rojhilata Wiyêtnamê. Ev bahoza ku bahoza herî bihêz a îsal a Asiyayê tê hesêb, piştî Çînê derbasî Wiyêtnamê bû û xisarên zav pêk anîn. Ev bahoza mirinbar piştî Wiyêtnamê derbasî Miyanmarê bû û hikûmeta leşkerî ya vî welatî neçar kir ku ji biyaniyan alîkariyê bixweze.