Îlon 13, 2024 16:44 Asia/Tehran
  • Bahoza Yagî tim xelkê dike gorî/ 233 kes li Viyetnamê bûne qurbaniyên Yagiyê

Rayedarên Viyetnamê ragihandin ku ji ber bahoza bi hêz a Yagi 233 kes li vî welatî mirine û 142 kes jî bê ser û şûn bûne.

Piştî hefteyekê ji  bahoza bihêz a Yagi li Viyetnamê, hêzên alîkariyê hîna jî  di halê peydakirina qurbaniyên nû ne û li gorî gotina rayedarên vî welatî, 233 kes ji ber şimitîna erdê  û barana guj ya vê bahozê mirine.

Li gorî raporan, li deverên curbicur yên Vîyetnamê 142 kes hê jîbê ser û şûn bûne.

Bahoza bi hêz ya  Yagi ku weke bahoza herî bi hêz a îsal a Asyayê tê hesabê,ji  roja Şemiyê ve derbasî bakurê Vîyetnamê bû.

Vê bahozê li Çînê gelek kuştî bi cih hiştine. Leza bayên ji ber vê bahozê di destpêka hatina wê ya  bo Viyetnamê de 149 km/h hatibû ragihandin.

 

Serepeyv