Berdevkê NY: Li Xezeyê dibistan nemane
Berdevkê NY ragihand ku hevgavê destpêka sala xwendinê de li Zîvala Xezeyê zêdetirî 600 hezar ciwan ji bo salek din ji xwendina fermî bêpar mane û li Xezeyê êdî tu dibistan nemane.
Îstifan Docarîk got ku piraniya 200 dibistanên ku ev rêxistin li zîvala Xezeyê bi rê ve dibe, bûne stargehên awareyên Filistînî. Docarîk her wiha got plana lêdana derziya felcê ya bi pêşengiya NY li Xezeyê didome.
Berdevkê NY her wiha got: Rawestandina trimbêlên NY ji aliyê hêzên siyonîst li zîvala Xezeyê di halê hilkolandinê ye.
Rejîma Îsraîlê ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve şerekî bi xopan li dijî zîvala Xezeyê dest pê kiriye û di vê heyamê desedî 70 mal û binesaziya Zîvala Xezeyê ziyaneke mezin dîtine û dorpêçkirina wê jî bûye sedema krîzeke mirovî ya giran û herwiha birçîbûnekje bê mînak gefê li canê xelkê vê deverê dixwe.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di amarên xwe yên her dawî de ragihand ku di encama êri9şên artêşa rejîmê ser deverên curbicur ên zîvala Xezeyê de 40 hezar û 988 kes şehîd bûne.