Tebax 27, 2024 07:55 Asia/Tehran
  • Berteka NY li hember devojeniya Bin Gwîr ji bo avakirina kenîsê li Mizgevta Eqsayê

Berdevkê NY gotinên Îtmar Ben Gwîr derehq avakirina kenîsê li mizgevta Eqsayê qeyrana a heyî girantir dike û dê encamên berûvajî yên cidî bi dû xwe re bîne.

Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîstî di halkeê de derbarê  niyeta xwe ya avakirina kenîsê li Mizgevta Eqsayê agahî daye ku NY bi tundî derbarê dûhatên  vê ramanê hişyarî da.

Îstifan Docarîk tekez kir ku, gotinên bi vî rengî herîkêm dê encamên berûvajî yên cidî bi dû xwe re bîn. 

Docarîk destnîşan kir, ku gotinên Wezîrê Israîlî xetera xirabkirina rewşa heyî bi dû xwe re tîne.

 Wî her wiha got ku di rewşa biha an di rêketina di navbera hemû aliyan de derheq cihên pîroz hevsengiyek heye ku divê hemû rêzê li bigrin.

Her wiha tevgera berxwedana Îslamî ya Hamasê li berteka li hemberî gotinên wezîrê tundrew ê siyonîst ragihand ku eşkerekirina Itmar Bin Gwîr derbarê biryara wî ya avakirina kenîseyeke Cihûyan di hundirê mizgevta Eqsayê de mijareke metirsîdar e ku nîşana mahiyeta bernameyên hikûmeta siyonîst li dijî mizgevta Eqsayê û nasnameya wê ya  erebî û îslamî û her wiha kiryarên wê yên cinayetkarane derheq  cihûkirin û bihêzkirina  serdestiya ser vê mizgevtê ye.

Serepeyv