Tebax 24, 2024 18:12 Asia/Tehran
  • Rûsiye dilnigeranê dewama siyaseta boykotkirê ji aliyê Amerîkayê ve nîne

Balyozê Rûsiyê li Amerîkayê wek berteka li himberî zêdekirina 400 kes û rêxistinên din ên rûsî li lîsteya boykotan a Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, tekez kir: Ji bo Moskowê giring nîne ku Waşîngton di boykotên xwe li dijî Rûsiyê de çiqasî bi pêşde here.

Anatoli Antonof, balyozê Rûsiyê li Amerîkayê, vê sibê  li ser kanala Telegramê ya Balyozxaneya Rûsiyê  de nivîsî:

Siyaseta êrişkerane ya  Amerîkayê ne tenê ziyanê digihîne bikarhênerên navxweyî, belkî  ziyanê dighîne  şirîkên Waşngtonê bixwe li welatên din jî. Antonof her wiha gotiye: Bandora neyînî ya kiryarên Amerîkayê ji her kesî re eşkere ye. Kiryarên nerewa yên hikûmeta Amerîkayê dê bibe sedema qeyranê û dê alîkariya çareserkirina pirsgirêkê neke. Diyar e ku ji bo bidestxistina serxwebûna rastîn di warê aborî de, dema wê hatiye ku dîktekirina dolarî  di sîstema darayî û diravî ya navneteweyî de were wêdedanîn. 

 

Serepeyv