Tebax 17, 2024 09:09 Asia/Tehran
  • Nameya zêde ji 100 nûçegîhan û medyaya navneteweyî bo Blinken

Nûçegîhan û medyakarên seranserê cîhanêdaxwaza cezakirina Rejîma Siyonîst  rawestandina şandina çekan bo erdên dagirbûyî kirin.


Komek ji medyakaran ku  ji zêdetirî 100 kesan li seranserê cîhanê û 7 rêxistinên berevaniya mafên nûçegîhana pêk tê, li gel 20 medyayên nûçeyan, nameyek xitabî Antonî Blînkên Wezîrê Derve yê Amerîkayê  îmze kirin.

Di nameya hanê xitabî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hatiye ku  divê pêvajoya şandina çekan ji bo erdên dagirkirî bê rawestandin.

Van rojnamevan û medyakaran tekez kirin ku Rejîma Siyonîst bi van çekan dest bi kuştina rojnamevanên filistînî li zîvala Xezeyê dike.

Dagirker navbera xelkê sivîl, nexweş û birîndar û rojnamevanan  tu ferqê naxn û bi qestî dixwazin rojnamevanan bikujin, ji ber ku ditirsin rastiya Xezeyê bigihîje guhê  raya giştî ya cîhanê û dengê xelkê Xezeyê li cîhanê were bihîstin.

 Li Xezeyê êlegên dije gulleyê jî nikarin rojnamegeran biparêzin.  Ew ji xeynî rawestana li ber rojnameger û nûçegîhanên li Xezeyê hevgav pêşiya weşandina nûçeyên têkildarî filistîniyan li nav torên civakî jî digrin.

 

Serepeyv