Tebax 14, 2024 10:53 Asia/Tehran
  • YE êrişa wezîrê tundrew ê siyonîst ser Mizgevta Eqsayê bi tundî şermezar kir

Cozêp Borêl Berpirsê Siyaseta Derve ya YE êrişa Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Îsraîlê Îtamar Bin Guwir ser Mizgevta Eqsayê bi tundî şermezar kir.

Borel tekez kir: Yekîtiya Ewropayê kiryara  Bin Guwîr derheq derbasbûna bi tehrîk nav mizgevta Eqsayê  bi tundî şermezar dike.

Berpirsê Siyaseta Derve ya YE  di dewamê de bal kişand  ser  daxûyaniya  civîna konseya encumena YE û Urdinê li Brukselê û got:

 Em cardinê tekezî  ser daxwaza rêberên  Yekîtiya Ewropayê dikin ku rewşa heyî yên cihên pîroz ên li Beytuklmuqedesê  ji wan rola taybetî ya Urdunê di vê mijarê de biparzêin.

Wezareta karên derve ya Qeterê li bara kiryarên bi tehrîk ên siyonîstan derheq destdirêjiya ser Mizgevta  Eqsayê de hişyarî da . Nêzî 1400 bajaroknişînên  îsraîlî bi serkirdetiya  Bin Guwer êrişî Mizgevta Eqsayê li bajarê Qudsê yê dagirbûyî kirin û bêrêzî li vê cihê pîroz kikrin.

Bajaroknişînên siyonîst her wiha li hewşa mizgevta Eqsayê dest bi liv û tevger û sloganên  bi tehrîk kirin  ku ev êrîş ji aliyê welatên îslamî û rêxistinên navneteweyî ve bi tundî hat şermezarkirin.

 

Serepeyv