Cezayirê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê jibo bo agirbesa li Xezeyê kir
Emmar Bin Came, balyoz û nûnerê Cezayirê li NY bi şermezarkirina êrişa Israîlê ser dibistana Tabirînê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY jibo pêkanîna agirbesê li Xezeyê kir.
Emar Bin Came, balyoz û nûnerê Cezayirê li NYdi civîna Konseya Ewlehiyê derbarê Xezayê û bombebarankirina dibistana Tabiînê ji aliyê Îsraîlê ve got: Îsraîl biryarnama vê konseyê derbarê agirbesa bilez li Zîvala Xezeyê cih nayne. Balyozê Cezayirê li NY tekez kir:Em cardinê piştgiriya xwe ji hewildanên navbeynkariyê yên Misir, Qeter û Amerîkayê bo pêkanîna agirbesê li Xezeyê radigehînin . Divê biryarnama Konseya Ewlehiyê bo agirbesa li Xezeyê zû were cihanîn. Lê hêzên dagirker ên Îsraîlê ev biryarnama agirbesa li Xezeyê binpê kirin.
Wî got: Berpirsiyariya Konseya Ewlehiyê şopandina sedema sereke ya meseleya Filistînê yanê dagirkirina neqanûnî ya erdên Filistînê ye. Wî got:
Komkujiya hovane li Hey El-Dercê û komkujiyên berê bêyî alîkariyên aborî û leşkerî yên ji bo destdirêjkerên Îsraîlê pêk nedihat. Dagirkerên Îsraîlî dibistaneke ku cihê sitara bi sedan malbatên aware yên filistînî bû, kirin hedef.