Belavbûna feqr û xizaniyê li Inglîzê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i349994-belavbûna_feqr_û_xizaniyê_li_inglîzê
Zêdetirî nîvî (sedî 53) ji xelkê Inglîzê li gorî pênc sal ên derbasbûyî xizantir bûne.
(last modified 2024-07-29T03:05:54+00:00 )
Tîrmeh 29, 2024 06:33 Asia/Tehran
  • Belavbûna feqr û xizaniyê li Inglîzê

Zêdetirî nîvî (sedî 53) ji xelkê Inglîzê li gorî pênc sal ên derbasbûyî xizantir bûne.

Li gorî rojnameya Independent çapa Londonê6 ji  her10 kesan li  Inglîzê 6 kes  yanê sedî 59  li bendê ne ku hukûmeta nû  başkirina rewşa wan a darayî dayne destûrkara xwe.

Li gorî vê rapirsiyê  ji 6 hezar  kesên li  seranserê Inglîzê , du-sêyan  yanê sedî 67 ên malbatan ser wê bawerê ne ku divê hin rêçare bên berçav girtin ku ajovaniyê  erzantir bikin.

Zêdetirî du-pênc  yanê 42  ajokarên li Inglîzê  li gorî pênc salan berê  niha kêmtir dikarin bîmeya otomobîla xwe bidin.

Ji bo ku dabînkirina  xerca  bîme û sîgorteya trimbêlan  hin kesan gotine ku wan ji betlaneyan ( sedî 27), ji xwarina li dervey malê  (sedî 25) ji kirîna  kelûpelên malê  sedî 18 kêm kirine.

Tevî kêmbûna bihayên enerjiyê yên vê dawiyê li Inglîzê 6 ji 10  yanî sedî  beşdaran  piştrast nebûn ku fatûreyên wan ên enerjiyê dê di sala dahatî de kêm bibin.