Tîrmeh 27, 2024 15:34 Asia/Tehran
  • ASEAN êrişên ser xelkê sivîl ê li Xezeyê şermezar kir

Yekitiya Welatên Başûr Rojhilatê Asyayê (ASEAN) piştî civîna wezîrên karên derve yên welatên endam li welatê Laosê, li daxûyaniyekê de êrişên Rejîma Siyonîst ser xelkê sivîl li Xezeyê şermezar kir.

 

 

Wezîrên karên derve yên ASEAN`ê roja şemiyê li daxûyaniyekê hemû êrişên dijî sivîlan û binesaziyên beşa sivîl li Xezeyê şermezar kirin, di halekê de ku nêzîkî 10 meh li ser cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan li vê zîvalê derbas bûye.

Di vê daxûyaniyê de wezîrên derve yên ASEAN fukara xwe derheq rewşa mirovî ya xirab li Xezeyê ku piştî êrişên 7ê Cotmehê gurtir bûye, nîşan dan û ragihandin:

Em hemû êrişên ser  sivîlan û binesaziya beşa  sivîl ku bûne sedema rewşeke metirsîdar a hejmara qurbaniyan  bi taybetî jin û zarokan, şermezar dikin.

Di vê daxuyaniyê de her wiha  ji aliyên têkildar hatiye xwestin ku pêşniyara agirbesê  ya  ku di xala 2 ya biryara 2735 a Konseya Ewlehiyê  ya NY de hatiye tekezkirin, qebûl bikin.

 

Serepeyv