Tîrmeh 25, 2024 21:04 Asia/Tehran
  • Ispaniya: Rojhilata Navîn dewsa çekên  zêdetir hewcetî bi agirbesê heye

Wezîrê karên dereve yê Ispaniyayê li bara alûgorên şerrê Xezzê de destnîşan kir: Hewcetiya rojhilata Navînê bi çekên zêdetir nîne, belke hewcetî bi agirbeseka lezgîn û hertimî û bidestxistina alîkariyên mirovdostane heye.

Xosê Manoêl Albarês bi pêgîriya li ser vê yekê ku nika Ispaniya, alîkariyên mirovdostane sêqatî kirine lê ev alîkarî nikarin derbasî Xezzê bibin û got: Xelkê sivîl ê Xezzê bona cezakirineka nehêja aciz in, ev yeka eger çi basa cihanîna qanûnên navnetewî ye lê di dawiyê da mijara herî bingehîn a mirovantiyê ye.Albares herwiha li bara 15 nûciwanên birîndar ên filistînî ku duh ji aliyê Ispaniyayê ve hatin pêşwazîkirin, kêfxweşiya xwe diyar kir ji ber ku li gorî gotina wî, ew nika di cihekî da ne ku diviyabû bona jiyaneka tam xweş, têde bin.Li gorî ragihandina hikûmeta Spaniyayê, bi giştî 15 kur û keçikên xelkê Xezzê ku di encama êrişên Îsraîlê de birîndar û nexweş bûne, ji bo dermankirina li nexweşxaneyên curbicur ên Ispaniyayê, derbasî Madrîdê bûne.

Serepeyv